*Jibo veguherandinê bernameyek bi navê dictconv hewce ye, lê wê derê bidaxin.
*Piştî daxistinê, ser peldankê rast bitikînin û "Li vir derbixe" bitikînin.
*Ji "Synaptic Package Manager" ê "libxml2-dev" sazbikin.
*Termînalê vekin û herin cihê we peldank daxistî û
cd dictconvbinivîsin.
*Paşê wê binivîsin:
sudo ./configure
*Paşê jî wê binivîsin:
sudo make all install
Niha bername sazî bû lê bernameyek din jî hewce ye. Herin Synaptic û "dictzip" sazbikin.
Termînalê de herin cihê pela ferheng têda ye (mînak; pela min daxistî li peldanka Ferheng de bi navê trku.bgl ye)
cd Ferheng
Paşê jî
dictconv trku.bgl -o trku.ifo
trku.bgl pela heyî bû û trku.ifo pela min divê xwedî bim e, we çi nav bivê hûn dikarin bidin pelê "-o navêpelawe.ifo"
Heke tu pirsgirêk tune be ê sê pel peyda bin.
trku.ifo
trku.idx
trku.dz
Peldankekê çê bikin û wan her sê pelan têxin nav wê peldankê de(peldanka min trku ye).
Niha emê wê peldankê beherin peldanka StarDict ê.
sudo mv trku /usr/share/stardict/dic
Heke hişyarî bide, herin cihê stardict ê binêrin ku dic tê heye an na. Heke tune be peldankekê bi navê dic çê bikin.
Niha StarDict vekin û jêrê milê rastê "Ferhengan îdare bike" bitikînin û paceya vebûyî de "Manage Dict" bitikînin, ferhenga xwe hilbijirin.
No comments:
Post a Comment