Sazkirina tunnela IPv6 jibo Ubuntu

Jibo wê hewceye clienta "tscp" bê sazkirin:
sudo aptitude install tspc

Niha herin livir ku ji freenet6 hesabekê(navê bikarhiner û şîfre) bistînin.
Paşê jî ewê binivîsin:
sudo gedit /etc/tsp/tspc.conf

Ê pelek vebe, ji pelê binêrin û userid, password û server bibînin û biguherînin:

userid=navê-we(yê we jê go6.net hilgirtî)
server=broker.freenet6.net
passwd=şîfreya-we(yê we jê go6.net hilgirtî)

Pelê tomar bikin û bigirin.
Ji termînalê wê fermanê binivîsin:
sudo /etc/init.d/tspc start
/sbin/ifconfig
ping6 ipv6.google.com


Jibo rawestandina ipv6 jî:
sudo /etc/init.d/tspc stop
/sbin/ifconfig

No comments:

Post a Comment