Ubuntu çi ye - Daxistin/Sazkirin?

Ubuntu GNU/Linux pergaleke xebitandinê ji bo komputeran e.

Projeya Ubuntuyê li ser ramanên ku di Felsefeya Ubuntuyê de hatine parastin, hatiye avakirin. Felsefeya Ubuntuyê li ser van xalan hatiye avakirin:

  1. Divê nivîsbarî bêpere bin
  2. Amûrên nivîsbariyan divê ji bo zimanên zikmakî yên kesan bikêrhatî bin.
  3. Mirov divê ji bo pêdiviyên xwe di kesanekirina nivîsbariyan de bikaribin azad bin.
  • Ubuntu 8.10 di Cotmeh 2008'an de derket.
  • Navê vê yê kod Intrepid Ibex e û cigirê Ubuntu 8.04 Hardy Heron e.
  • Hardy Heron guhartoya LTS (Piştgirîya Dewr Dirêj) e û ê rojnekirinan we piştgirî bide heta 3 salan ji sermase(desktop) yan re û 5 salan jî ji pêşkêş(server) an re.
  • Ubuntu şeş mehan carekê guhartoyê nû dike
  • Ew guharto mehên Nîsan û Cotmehê de diderkevin
  • Guhartoya nûtir Nîsan 2009'an de ê derkeve.


Ji bo Daxistin û Sazkirina Ubuntu-Ku; https://wiki.ubuntu.com/Ubuntu-ku/Daxistin