Têketina Youtube û Firatnews

Ji bo têketin a Youtube ê rê yekê pir hêsan e. Bê zehmet êdî hûn dikarin bikevin Youtub ê.
Pêşî Termînal ê bi vekin û ferman jêr binivîsin.
sudo gedit /etc/hosts 

Paşê jî ji pela vebî de navê malperê wekî jêr binivîsin û pelê tomar bikin û derkevin, ji bo hemû malperan jî ew rê derbas dar e.
208.117.236.70 youtube.com
208.117.236.70 www.youtube.com
193.138.204.163 firatnews.nu
193.138.204.163 www.firatnews.nu

Êdî hûn dikarin bikevin Youtube an jî malperên din ê qedexe bînî. Ji bo dîtina "ip" hûn dikarin biçin wê malperê û cihê "Domain Name Server records" dinivîse navê malperê binivîsin û pêl go bikin. IP ya li vir wekî "193.138.204.*" dinivîse bikarînin.

Sazkirina Windows an jî Guherto yekê din nav Ubuntu de bi VMware re

Wekî min li vir gotî bû, hûn dikarin VMwarre saz bikin û paşê jî guherto yekê bi wê re sazbikin û du an jî sê guherto yan bi hev re yek vekirinê de bikarbînin. Ji bo sazkirina wê bername ya VMware bimeşînin û pêl "Create a new virtual machine" bikin, pêl "Next" bikin, dîsa pêl "next" bikin û paşê ji lîstê Windows an jî hûn ê kîjan saz bikin hilbijêrin û pêl "next" bikin.
Li rêza jor navê hûn dixwazin bidin guherto yê binivîsin û pêl "next" bikin. Pêl next bikin. Mezinahî ya dîskê hilbijêrin (8GB baş e) pêl "Finish" bikin.

Lê bendê bimînin ku heta cihê wê amade dibe.
Piştî cih amade bû ê hilpekînek vebe (mînak: bi navê Windows), wê hilpekînê de pêl "VM --> Power --> Power On" bikin, ê bername jixwe CD ya we yê boot an jî Live bibîne û destpê sazkirinê bike. Hûn jî wê demê dikarin karê xwe dom bikin.

Sazkirina VMware ji bo K/Ubuntu

VMware ji bo sazkirin û karandin a pir-guherto yan bi hev re ye. Hûn dikarin du û sê an jî gelektir guherto yan eynî demê bi hev re bikarbînin.
Pêşî nivîsbarî yên hewce bidaxin, ji termînal/konsol ê fermanên jêr binivîsin:
wget -c http://download3.vmware.com/software/vmserver/VMware-server-.0.7-108231.tar.gz
wget -c http://www.insecure.ws/warehouse/vmware-update-2.6.27-5.5.7-2.tar.gz


Ji bo compiler fermana jêr hewceye:
sudo aptitude install build-essential linux-kernel-headers xinetd
Niha em dikarin êdî saz bikin. Herin cihê pel hatin e daxistin û fermanên jêr bikarînin.
tar xf vmware-update*.tar.gz
tar xf VMware-server*.tar.gz
Paşê jî;
cd vmware-server-distrib/
sudo ./vmware-install.pl
Hemû pirsan wekî gotî(defaults) pesend bikin û pêl enter bikin heta pirsa meşandina "vmware-config.pl" bike, ji bo meşandinê "no" binivîsin. Ê sazkirinê xilas bike û derkeve.
Paşê fermana jêr binivîsin:
cd ../vmware-update*/
sudo ./runme.pl
Dîsa wê pirse ku "vmware-config.pl" bimeşine an an wê carê erê bikin û ji hemû pirsan re erê bêjin. Li cihekê dibêje "type xxxxx-xxxxx-xxxxx-xxxxx or ..." ji bo wê kodê herin http://www.vmware.com/products/server/ bibin endam (milê rastê pêl "Download VMWare Server" bikin û paşê pêl "register for your free serial number(s)" bikin. Wê paceyekê nû vebe, formê tijî bikin û lê bendê bimînin, wê hejmarekê bide we, wê kopî bikin û terminalê de binivîsin).
Heta dawî yê ji bo tiştên dipirse pêl enter bikin, niha êdî hûn dikarin bikarbînin.
Termînalê de
sudo vmware
binivîsin, wê bername destpê meşanê bike.
Ji bo rakirina vmware fermana jêr binivîsin.
sudo vmware-uninstall.pl

Sazkirina Firefox nav Kubuntu

Pêşî ji termînalê de Firefox bi daxin. Ji bo wê fermana jêr binivîsin.

sudo apt-get install firefox


Paşê jî fermanên jêr bikarbînin;

  1. sudo aptitude install libstdc++5

  2. sudo ln -s /opt/firefox/firefox /usr/local/bin/firefox

  3. sudo vim ~/.local/share/applications/firefox.desktop


Rêzên jêr ji pela vebû ye de zêde bikin û tomar bikin.

[Desktop Entry]
Comment=Firefox Web Browser
Exec=firefox
GenericName=Web Browser
Icon=/opt/firefox/icons/mozicon128.png
Name=Firefox
Path=
StartupNotify=true
Terminal=0
TerminalOptions=
Type=Application
X-KDE-SubstituteUID=false
X-KDE-Username=


Niha êdî hûn dikarin firefox ji "Sepan --> Înternet --> Firefox" bikarînin.

Shell Script ji 'pel, peldank dîtin' re

Jibo binêrin ka pelek ji komputera we de heye an na, hûn dikarin ji wê shell scriptê bikarînin. Pêşî gedit(edîtora nivîsê) bivekin û scriptê binivîsin û wekî 'pel.sh' tomar bikin.
#!/bin/bash
PEL=$1

if [ -f $PEL ];
then
echo "Pela '$PEL' heye!"
else
echo "Pela '$PEL' nehat dîtin!"
fi


Paşê jî cihê we pel tomar kirî vekin û fermana jêrê binivîsin:
 chmod +x pel.sh

Niha jibo nêrîna pelê heye an na;
 ./pel.sh /rêya_nêrînê/navê.pelê

Mînak:
./pel.sh /etc/ts.conf


Shell Script Peldank Dîtin re

Jibo nêrîna ku peldank heye an na jî script jêrê ye. Wê scriptê jî bi navê "peldank.sh" tomar bikin;

#!/bin/bash
PD="$1"

if [ $# -ne 1 ]
then
echo "Bikaranin: $0 {navê-peldank}"
exit 1
fi

if [ -d "$PD" ]
then
echo "peldanka '$PD' heye!"
else
echo "peldanka '$PD' tune ye!"
fi

Paşê jî li termînalê de herin cihê pela we tomar kirî û wê fermanê binivîsin:
 chmod +x peldan.sh

Jibo nêrîna peldaka jî
./peldank.sh /rêya_peldankê/navê peldankê

Mînak:
 ./peldank.sh /etc/ssh 

Lezandina Firefox

Cihê navnîşana malperan about:config binivîsin, erê bikin. Wekî wêneya jêrê ê vebe:



*Cihê fîltre dinivîse, network.http.pipelining binivîsin;
ser "false" du car bitikînin, ê bibe"true"



*Li fîltre network.http.pipelining.maxrequests binivîsin;
ser "4" du car bitikînin, paceya vebûyî de "8" binivîsin.

*Li fîltre network.http.proxy.pipelining binivîsin;
ser "false" du car bitikînin, ê bibe"true"

*Li fîltre network.dns.disableIPv6 binivîsin;
ser "false" du car bitikînin, ê bibe"true"

*Li fîltre plugin.expose_full_path binivîsin;
ser "false" du car bitikînin, ê bibe"true"

*Li cihekê xalî rast bitikînên û "Nû - Hejmara Tam" hilbijirin,



Paceya vebûyî de "nglayout.initialpaint.delay" binivîsin, ê paceyek din vebe, livir jî "0" binivîsin.



*Li cihekê xalî rast bitikînên û "Nû - Hejmara Tam" hilbijirin, paceya vebûyî de "content.notify.backoffcount" binivîsin, ê paceyek din vebe, "5" binivîsin.

*Li cihekê xalî rast bitikînên û "Nû - Hejmara Tam" hilbijirin, paceya vebûyî de "ui.submenuDelay" binivîsin, ê paceyek din vebe, "0" binivîsin.

*Li cihekê xalî rast bitikînên û "Nû - Hejmara Tam" hilbijirin, paceya vebûyî de "browser.cache.memory.capacity" binivîsin, ê paceyek din vebe, "16384" binivîsin.

Firefoxê bigirin û nû destpê bikin, êdî firefox pir lez e.

Veguherandina ferhengên Babylon ji Stardict re

Pêşî herin malpera Babylon û ferhengan bidaxin (Min Tirkî-Kurdî daxist).
*Jibo veguherandinê bernameyek bi navê dictconv hewce ye, lê wê derê bidaxin.
*Piştî daxistinê, ser peldankê rast bitikînin û "Li vir derbixe" bitikînin.
*Ji "Synaptic Package Manager" ê "libxml2-dev" sazbikin.
*Termînalê vekin û herin cihê we peldank daxistî û
cd dictconv
binivîsin.
*Paşê wê binivîsin:
sudo ./configure

*Paşê jî wê binivîsin:
sudo make all install

Niha bername sazî bû lê bernameyek din jî hewce ye. Herin Synaptic û "dictzip" sazbikin.
Termînalê de herin cihê pela ferheng têda ye (mînak; pela min daxistî li peldanka Ferheng de bi navê trku.bgl ye)
cd Ferheng

Paşê jî
dictconv trku.bgl -o trku.ifo

trku.bgl pela heyî bû û trku.ifo pela min divê xwedî bim e, we çi nav bivê hûn dikarin bidin pelê "-o navêpelawe.ifo"
Heke tu pirsgirêk tune be ê sê pel peyda bin.
trku.ifo
trku.idx
trku.dz

Peldankekê çê bikin û wan her sê pelan têxin nav wê peldankê de(peldanka min trku ye).
Niha emê wê peldankê beherin peldanka StarDict ê.
sudo mv trku /usr/share/stardict/dic

Heke hişyarî bide, herin cihê stardict ê binêrin ku dic tê heye an na. Heke tune be peldankekê bi navê dic çê bikin.
Niha StarDict vekin û jêrê milê rastê "Ferhengan îdare bike" bitikînin û paceya vebûyî de "Manage Dict" bitikînin, ferhenga xwe hilbijirin.

Sazkirina tunnela IPv6 jibo Ubuntu

Jibo wê hewceye clienta "tscp" bê sazkirin:
sudo aptitude install tspc

Niha herin livir ku ji freenet6 hesabekê(navê bikarhiner û şîfre) bistînin.
Paşê jî ewê binivîsin:
sudo gedit /etc/tsp/tspc.conf

Ê pelek vebe, ji pelê binêrin û userid, password û server bibînin û biguherînin:

userid=navê-we(yê we jê go6.net hilgirtî)
server=broker.freenet6.net
passwd=şîfreya-we(yê we jê go6.net hilgirtî)

Pelê tomar bikin û bigirin.
Ji termînalê wê fermanê binivîsin:
sudo /etc/init.d/tspc start
/sbin/ifconfig
ping6 ipv6.google.com


Jibo rawestandina ipv6 jî:
sudo /etc/init.d/tspc stop
/sbin/ifconfig

Sazkirina KDE4 nav Ubuntu 8.10

Hewceye lîsteya çavkanîyan bînî, jibo wê;

sudo gedit /etc/apt/sources.list

Ji pela vebûyê;
deb http://ppa.launchpad.net/kubuntu-members-kde4/ubuntu intrepid main

zêdebikin, pelê tomarbikin û pelê bigirin.
Paşî jî fermana jêrê binîvîsin;
sudo apt-get update

Jibo sazkirinê jî wê fermanê binîvîsin;
sudo apt-get install kubuntu-kde4-desktop

Demê destpêkirinê de hûn dikarin Kde an jî Gnome hilbijirin.
Jibo rakirina(uninstall) KDE jî, wê fermanê binivîsin;
sudo apt-get remove kubuntu-kde4-desktop

Ubucleaner - Jibo pergalekê paqij

- "apt cache" paqij dike
- Pelên " config files" jê pakêtên uninstalled .deb radike, paqij dike
- Bilê kernela hûn bikar tînin hemû kernelan jê dibe
- "Trash" an hemûyan xalî dike(yên root jî)

Pêşî hewceye 'script' ek bê sazkirin, ji bo wê fermana jerê li Termînal'ê binîvîsîn:

wget http://www.opendesktop.org/CONTENT/content-files/71529-ubucleaner.sh


Niha hûn xwedî yê pela "71529-ubucleaner.sh" in, jibo bikaranînê fermana jêrê binîvîsin:

sudo chmod +x 71529-ubucleaner.sh


Bi fermana jêrê we scriptê bikarbînin:

sudo ./71529-ubucleaner.sh


Tê Termînalê de ew script vebe, pêl g bikin, ê pelên nehewce hemû bên rakirin.

Bilinkirina jê Ubuntu 8.04 ji Ubuntu 8.10 re

Çavkanîya nivîsbarîyê vekin ji "Pergal --> Gerînendetî --> Çavkanîyên Nivîsbarîyê"


Wekî wêneya jêrê "Rojanekirin" bivekin, jêrê "Distrîbusiona ku .." bikin "Weşanên Asayî". Paşê jî "Bigire" bitikînin.





Rêveberîya rojanekirinê vekin "Pergal --> Gerînendetî --> Rêveberîya Rojanekirinê", pêl "Kontrol Bike" bikin. Lê wê derê ê bêje "Ubuntu 8.10 amadeye", pêl "Bilind bike"(Upgrade) bikin.

Agahîyên Kêrdar

Bikar anîn a konsol / termînal / shell

Konsol, termînal, û shell tên eynî wate yê - rêza fermanan e. Şuna GUI, termînal tên karandin ku pergalê kontrol bike. Pir karên wê rêberê de bi GUI tê karandin, lê bi rêza fermanan re ew kar ji zehfan re pir hêsantir e.


Ku termînal bivekin:


Sepan --> Bernameyên Alîkar --> Termînal

Fermanên bi 'sudo' re destpê dikin, gihîştina rêveber(root) e. Ê şîfra bikarhêner bê pirsîn.


Bikar anîna manpages(rêberan) ku rêzên fermanan bibînin û gihîştina alîkarî

Gelekên bername û ferman xwedî rêberên alîkarî in, navê wan jî "manpages" in.


Agahî û bijare yên fermanan wekî fermana jêr hûn dikarin nîşan bidin. Fermana jêrê li paceya termînal de binîvîsin:


man <ferman>

Wekî mînak,


man apt-get

ê bijareyên fermana 'apt-get' nîşan bide.

Ubuntu çi ye - Daxistin/Sazkirin?

Ubuntu GNU/Linux pergaleke xebitandinê ji bo komputeran e.

Projeya Ubuntuyê li ser ramanên ku di Felsefeya Ubuntuyê de hatine parastin, hatiye avakirin. Felsefeya Ubuntuyê li ser van xalan hatiye avakirin:

  1. Divê nivîsbarî bêpere bin
  2. Amûrên nivîsbariyan divê ji bo zimanên zikmakî yên kesan bikêrhatî bin.
  3. Mirov divê ji bo pêdiviyên xwe di kesanekirina nivîsbariyan de bikaribin azad bin.
  • Ubuntu 8.10 di Cotmeh 2008'an de derket.
  • Navê vê yê kod Intrepid Ibex e û cigirê Ubuntu 8.04 Hardy Heron e.
  • Hardy Heron guhartoya LTS (Piştgirîya Dewr Dirêj) e û ê rojnekirinan we piştgirî bide heta 3 salan ji sermase(desktop) yan re û 5 salan jî ji pêşkêş(server) an re.
  • Ubuntu şeş mehan carekê guhartoyê nû dike
  • Ew guharto mehên Nîsan û Cotmehê de diderkevin
  • Guhartoya nûtir Nîsan 2009'an de ê derkeve.


Ji bo Daxistin û Sazkirina Ubuntu-Ku; https://wiki.ubuntu.com/Ubuntu-ku/Daxistin